Elawî: Kurdistan beşek ji axa Iraqê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i263686-elawî_kurdistan_beşek_ji_axa_iraqê_ye
Cîgirê serokoamrê Iraqê got: Kurdistan beşek ji Iraqê ye û serokên sê saziyên vî welatî li civîna vê dawiyê digel serokên fraksiyonên siyasî li hev kirin ku hilbijartina herêmî bê rawestandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 12, 2017 11:49 Asia/Tehran
  • Elawî: Kurdistan beşek ji axa Iraqê ye

Cîgirê serokoamrê Iraqê got: Kurdistan beşek ji Iraqê ye û serokên sê saziyên vî welatî li civîna vê dawiyê digel serokên fraksiyonên siyasî li hev kirin ku hilbijartina herêmî bê rawestandin.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya ISNA`yê, Eyad Elawî cîgirê serokomarê Iraqê li civîneke digel nûçegihanan li Bexdayê got: Biryar hat dayîn ku hilbijartina herêmî hevdem digel hilbijartina parlimanî bê lidarxistin.

Eyad Elawî cîgirê serokomarê Iraqê ji Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê jî xwest ku şert û mercên vegeriyana awareyan bo deverên azadbûyî dabîn bike.

Vê dawiyê Emar Hekîm serokê Hevpeymaniya Neteweyiya Iraqê ji Elawî xwestibû ku li warê kêmkirina kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê tevbigere.

Cîgirê serokomarê Irqê her wiha ragihand: Ez ê Serokatiya taximeke hevpeymaniya El Weteniyê ji bo sefera bo Hewlêrê ji bo hevdîtina digel Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê bigirim ustiyê xwe.

Dewleta Iraqê roja îniya buhurî bi daxûyaniyekê her cûre karê yekalî redkirî da zanîn û ragihande rêberên kurd ku jêderk û esasa her cûre biryardanê qanûna bingehîn e û qanûnê çawaniya peywendiya dewleta navendî digel Herêma Kurdistana Iraqê daye nasandin û şirove kiirye.

Partîyên kurd ên iraqî çarşema buhurî bêyî pişkdarîya Komela Islamî ya Kurdistana Iraqê û Tevgera Gorranê, bi Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê re civîyan û biryar dan ku giştpirsîya  ê herêmê di 25`ê Îlona îsal da bê lidarxistin``.