Dewama serketinên artêşa Iraqê li dijî têrorîstan li Mûsila Iraqê
Hêzên iraqî di dewama opêrasiyona xwe li dijî têrorîstan, navçeya El Şefayê li nêzikî Bab El Sencarê li rojavaya Mûsilê li bakurê Iraqê ji bin dagirkeriya têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin.
Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya Al Alam`ê, Qasim El Malikî ji fermandarên meydanî li Mûsilê, got: Hêzên artêşa Iraqê roja yekşemiyê derdora 150 kes ji malbatên iraqî ji wan zarok û kesên temendirêj li navçeya El Şefayê ji bin destê têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin.
Bi pêşdaçûnên hêzên iraqî ji çend bereyan va ber bi dawîn û girîngtirîn baregeha têrorîstan li rojavaya Mûsilê, niha azadkirina tam a vî bajarî ji destê têrorîstên DAIŞ`ê nêzik bûye.
Opêrasiyona azadkirina Mûsilê ji bin dagirkeriyta DAIŞ`ê berbanga 17`ê Cotmeha 2017`an bi beşdariya hêzên artêş û polîsê Iraqê û bi hevrêtiya hêzên xwebexş ên gelanî (Heşdê Şeibî) û hêzên Pêşmerge dest pê bû û hêzên iraqî piştî derdora 100 rojan, rojavaya Mûsilê bi tamî azad kirin.
Hêzên iraqî opêrasiyona azadkirina beşa rojavayiya Mûsilê jî ji 19`ê Sibata 2017`an va dest pê kirin û ev opêrasiyon hema wisa didome û niha di rojên xwe yên dawî da ye.