Ebadî: Mûsil bi zûtî bi tamamî azad dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i263584-ebadî_mûsil_bi_zûtî_bi_tamamî_azad_dibe
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî desnîşan kir ku bi van zûtiyan navenda parêzgeha Neynewayê anku Mûsil ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê azad dibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 11, 2017 09:41 Asia/Tehran
  • Ebadî: Mûsil bi zûtî bi tamamî azad dibe

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî desnîşan kir ku bi van zûtiyan navenda parêzgeha Neynewayê anku Mûsil ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê azad dibe.

Li gor rapora Al-Alamê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh berêvarê desnîşan kir ku hêzên iraqî xwe gihandine ser sînorê navbera Iraq û Sûriyê û got: Bi cihanîna qonaxa dawiyê ya operasiyona azadkirina Mûsilê ev bajara bi van zûtiyan ji bin lepên terorîstan tê derxistin.

Ebadî got: Hebûna hêzên Iraqê li ser sînorê vî welatî yê tev Sûriyê dikare ewlehiya sînoran dabîn bike û em naxwazin hêzên Iraqê derbasî nav axa Sûriyê bibe.

Serokwezîrê Iraqê got: Riyên ku terorîstên DAIŞ`ê ji wir derbasî nav axa Iraqê dibûn niha hatine girtin.

Heyder Ebadî li mêvandariya fitarê ya bi hêzên Heşda Şebî li salvegera seyemîn a pêkhatina van hêzana, qedirzaniya fetwaya ayetullah Sîstanî kir ku sê salên berê hikmê cîhada kefayî dabû û li gor wê Heşda Şebî pêk hat.

Ebadî herwiha li ser pêwîstiya Yekitiya Neteweyî wekî baştirîn rê ji bo parastina destkevtên leşkerî li hemberî DAIŞê sekinî û got: Bidespêbûna operasiyona azadkirina bajarên Telefer li parêzgeha Neynewayê û bajarê Huweyceyê li parêzgeha Kerkûkê ev deverana wê bi tamamî ji destê DAIŞ`ê werin derxistin.