Êrîşa DAIŞ`ê li ser Şerqatê hat têkşikandin
Hezîran 11, 2017 03:58 Asia/Tehran
Rayedarên ewlehiyê yên Iraqê qala têkşikandina êrîşa koma têrorîst a DAIŞ`ê li ser bajarê Şerqatê li başûrê Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê kirin.
Li gorî rapora Reuters`ê ji Tikrîtê, artêşa Iraqê ragihand ku tevî têkşikandina vê êrîşê zêde ji 30 têrorîst hatin kuştin û 40 ên din birîndar bûn.
Koma tekfîrî ya DAIŞ`ê sala bihurî bi têkçûna li Şerqatê, neçar mabû ku ji vî bajarî derkeve.
Azadkirina Şerqatê rê ji bo destpêkirina opêrasiyona artêşa Iraqê ji bo azadkirina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞ`ê xweş kir.