Êrîşa DAIŞ`ê li ser Şerqatê hat têkşikandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i263550-Êrîşa_daiŞ_ê_li_ser_Şerqatê_hat_têkşikandin
Rayedarên ewlehiyê yên Iraqê qala têkşikandina êrîşa koma têrorîst a DAIŞ`ê li ser bajarê Şerqatê li başûrê Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 11, 2017 03:58 Asia/Tehran
  • Êrîşa DAIŞ`ê li ser Şerqatê hat têkşikandin

Rayedarên ewlehiyê yên Iraqê qala têkşikandina êrîşa koma têrorîst a DAIŞ`ê li ser bajarê Şerqatê li başûrê Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê kirin.

Li gorî rapora Reuters`ê ji Tikrîtê, artêşa Iraqê ragihand ku tevî têkşikandina vê êrîşê zêde ji 30 têrorîst hatin kuştin û 40 ên din birîndar bûn.

Koma tekfîrî ya DAIŞ`ê sala bihurî bi têkçûna li Şerqatê, neçar mabû ku ji vî bajarî derkeve.

Azadkirina Şerqatê rê ji bo destpêkirina opêrasiyona artêşa Iraqê ji bo azadkirina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞ`ê xweş kir.