Taxa Zencîlî ya Mûsilê ji destê DAIŞ`ê hat derxistin
Hêzên iraqî piştî şerekî giran karîn taxa Zencîlî ya bajarê Mûsilê tam ji destê terorîstên DAIŞ`ê derxînin.
Şerê azadkirina Mûsilê didome û niha şer li aliyê rast ê bajêr germ e. Fermandeyê polîsên Iraqê Şakir Cewdet ragihand, hêzên iraqî îro karîn taxa Zencîlî ya bajarê Mûsilê tam azad bikin û dest bi paqijkirina wê taxê bikin.
Li gorî agahiyan, bi rizgarkirina taxa Zencîlîyê, tenê du taxên mezin ên bajarê Mûsilê di destê têrorîstên DAIŞ`ê de mane.
Wî herwiha got: Hêzên me kargeheke meizn li vê taxê xistin destê xwe ku alavên pêşketî yên çêkirina mûşekavêjan û gellek madeyên teqandinê yên bikaranîna li mûşekan têda bûn. Hêzên iraqî herwiha derxistina malbatan ji taxên Zencîlî û Şifayê didomînin.
Hêzên iraqî herwiha mijûlê azadkirina devera Mûsila Kevin a li rojavaya Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê ne
Operasyona rizgarkirina Mûsilê roja 17`ê Cotmeha par li ser fermana serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî destpê kir û heta niha jî didome.
Azadkirina taxa Zencîlîyê di demekê de ye ku îro sêyemîn salvegera dagirkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞ`ê ve ye.
Çekdarên DAIŞ`ê 10`ê Hezîrana 2014`an ketin Mûsilê.