Gotûbêja telefonî ya El Ebadî û Barzanî li ser Mûsilê
Serokwezîrê Iraqê û serokê Herêma Kurdistana Iraqê, li ser pêwîstiya dewama hevahengiya di navbera yekîneyên leşkerî yên curbicur jibo kemilandina pêvajoya azadkirina Mûsilê pêgîrî kirin.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê Ajansa nûçeyan a El Meilûmeyê, nivîsgeha Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê, li daxuyaniyekê ragihand ku El Ebadî li peywendiya bi riya telefonê bi Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqêra , li ser rewşa siyasî, ewlehî û aboriya Iraqê gotûbêj kir.
Ev daxuyaniya nîşan dide ku her du alî di vê peywendiya bi rêya telefonê, herwiha li ser pêvajoya operasyona azadkirina Mûsilê, gotûbêj kirin û li ser pêwîstiya dewama hevahengiya di navbera hemî yekîneyên leşkerî ji wan hêzên Pêşmerge bona kemilandina azadkirina navçeyên mayî yên Iraqê ji bin lepên koma terorîat a DAIŞ`ê pêgîrî kirin.