Emar Hekîm: ``Ti deverekê li Iraqê şîyana welatbûnê tineye``
Serokê Hevpeymanîya Netewî ya Iraqê got: ``Heke çanda daketina ji gotinê li hemî Iraqê berbelav bibe, yê hemî pirsgirêkên vî welatî bên çareserkirinê``.
Li gorî rapora malpera Moqif Al Iraqi, Seyîd Emar Hekîm li daxûyanîyekê ragihand ku Wî li hevdîtina ligel Pawil Talebanî kurê Celal Talebanî serokomarê berê yê Iraqê, pêkutî li ser pêwîstîya parastina tifaqê li Iraqê wek tenha garantîya mafên iraqîyan kirîye.
Hekîm li vê daxûyanîyê bal kişand ser vîya ku heke çanda nermbûn û daketina ji gotinê ji hêla her kesî va li Iraqê hebe, yê hemî pirsgirêkên welêt bên çareserkirinê û got: ``Ti navçeyekê li Iraqê şîyana welatbûnê tineye``.
Wî li dawîyê pêkutî kir pêwîst e her kes ji her pêngava ku destkevtên gelê Iraqê tûşî xeterê dike dûr bikeve û got: ``Xetera têrorîsmê bi kutabûna opêrasyona leşkerî ji nav naçe belkî gefên ewlehîyê yê bimînin``.