Hevkarîya DAIŞ`ê ligel koma têrorîst a Minafiqînê
Endamê Komsyona Ewlehî û Berevanîyê ya Iraqê ragihand: Êrişên têrorîstî yên li Têhranê nikarin pêşîya têkoşîna Komara Islamî ya Îranê li dijî têrorîsmê bigirin.
Iskender Witwût endamê Komsyona Ewlehî û Berevanîyê ya Iraqê li hevpeyvîna ligel malpera Al Melumeya Iraqê bi gotina vîya ku koma têrorîst a Minafiqîn û têrorîstên DAIŞ`ê jibo komploya li dijî Îranê hevkarîyê dikin, pêkutî kir: Eva li halekî ye ku vîyana Komara Islamî ya Îranê li şerê dijî têrorîsmê vebirr û xurt e.
Vî parlimanterê iraqî got: Fransî û amerîkî bi salan e bo ku derbê li Îranê bidin, pişta Minafiqên ku heta niha bi hezaran rayedar û welatîyên îranî têror kirine, digirin.
Endamên Koma têrorîst a Minafiqînê bicaran piştgirîya ji êrişên DAIŞ`ê ser Iraqê û dagirkirina Mûsilê ragihandine û hêvî kiribûn ku ev koma têrorîst hemî Iraqê dagir bike.
Hamid Xizrî parlimanterekî din ê iraqî jî li hevpeyvîna ligel ajansa nûçan a Mehr`ê, alozkirina ewleh û istiqrara herêmê armanca êrişên têrorîstî yên li Têhranê zanî û got: Êrişa têrorîstan ser Îranê dihat payîn, çimku Îran di nav welatan û hevgirtîyên xwe da, di warê şerê dijî têrorîsmê da pêşeng e.