Azadbûna 55 kîlomitr ji sînorên hevpar ên Iraq û Sûriyê
Heşda Şeibî ji azadbûna 55 kîlomitr ji sînorên hevpare Iraq û Sûriyê xeber da.
Li gorî rapora telivîzyona El-Minarê, Hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê îro îniyê ragihand ku 55 kîlomitr ji sînorên hevpare Iraq û Sûriyê ji destê terorîstên DAIŞ`ê hatine azadkirin.
Hêzên gelanî yên Iraqê niha ji dewra dudyane operasiyona ser navê Muhemed Resulellah (S) bona dabînkirina ewlehiya van sînorên hevpar destpê kiriye.
Heşda Şeibî ya Iraqê duh pêncşemê jî gundê Tel Sefûkê wek derbasgeha herî girîng a navbera Iraq û Sûriyê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirin.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê sala 2014`an bi piştgiriyên malî û çekdarî yên Amerîka û hevpeymanên rojavayî û hin welatên navçeyê bi taybet Erebistan û Tirkiyê bi êrîşa ser Iraqê, beşin berfire ji navçeyên bakur û rojavaya vî welatî dagir kirin û gellek cinayet pêk anîn.
Ji wê demê û bi vir da hêzên iraqî pirraniya navçeyên dagirbûyî azad kirine.