Rieksiyona dewleta Iraqê li hemberî biryara giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i263438-rieksiyona_dewleta_iraqê_li_hemberî_biryara_giştpirsiya_herêma_kurdistana_iraqê
Nivîsgeha serokwezîriya Iraqê li bara giştpirsiya cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji vî welatî ragihand ku pêwîst e hemû gelê Iraqê li bara pêşeroja welatê xwe biryarê bigrin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 09, 2017 13:17 Asia/Tehran
  • Rieksiyona dewleta Iraqê li hemberî biryara giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê

Nivîsgeha serokwezîriya Iraqê li bara giştpirsiya cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji vî welatî ragihand ku pêwîst e hemû gelê Iraqê li bara pêşeroja welatê xwe biryarê bigrin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a El-Meilûme; Seid El-Hedîsî berdevkê nivîsgeha Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li daxûyaniya îro li bara ragihandina dema birêketina giştpirsiya cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji vî welatî destnîşan kir: ``Her pêngavek ku li vê barê tê hilanîn pêwîst e li gorî qanûna bingehîn ya Iraqê be``.

Li vê daxûyaniyê hatiye: ``Pêwîst e her cure biryarek li nav Iraqê li gor qanûna bingehîn were cihbicî kirin û dewleta Bexdayê gere ku li bara peywendiyên navbera vê herêmê û Bexdayê biryarê bigre``.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî roja çarşemiya bihurî li Pîrmamê pêşwazî li serkirdeyên aliyên siyasî kir û li vê civînê li bara diyarkirina roja lidarxistina giştpirsîya serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê behs hat kirin.

Di vê civînê da  roja 25.09.2017 wate 25`ê Îlonê weke roja encamdana giştpirsîya vê herêmê hat destnîşankirin.

Her di civînê de biryar hate dayîn ku roja 6.11.2017`ê jî hilbijtinên parlamentoya Herêma Kurdistnê û helbijritênên Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê di dema xwe ya asayî de werin lidarxistin.

Barzanî berî vîya li hevdîtina ligel Antonîyo Gotêrêş sêkrêtêrê giştî yê NY li bajarê Hewlêrê got: Jibo ku cîhan li bara biryara kurdan têkildarî pêşeroja xwe haydar bibe, yê di pêşerojeke nêzîk da giştpirsîya serxwebûna Herêma Kurdistanê lidar bixe.