Hemû riyên hatûçûna terorîstan li nav Iraq û Sûriyê hatine qutkirin
Hêzên gelanî yên Iraqê hemû riyên hatûçûna terorîstên DAIŞ`ê di navbera Sûriyê û Iraqê girtine û niha terorîst di rewşeke nebaş da ne.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Hêzên gelanî yên Iraqê duh pêncşemê piştî azadkirina axir derbasgeha di navbera Iraq û Sûriyê, hemû riyên hatûçûna terorîstên DAIŞ`ê li nav Iraq û Sûriyê bi tamî girtin.
Bingehên nûçan ji nav Iraqê ragihandin ku gundê Til Sefûkê wek axir riya hatûçûna terorîstan li navbera Iraq û Sûriyê jî ji aliyê hêzên Heşda Şeibî va hatiye girtin û êdî peywendiyên navbera terorîstên nav axa Sûriyê û yên nav axa Iraqê qut bûye.
Polîsê federal ê Iraqê destnîşan kir; ``Hêzên iraqî duh pêncşemê karîn gund û derbasgeha Til Sefûkê li sînorê Iraqê tev Sûriyê jî ji destê terorîstan azad bikin``.
Li vî halî Ehmed El-Esedî berdevkê hêzên Heşdî Şeibî ketina hêzên gelanî yên Iraqê nav axa Sûriyê ret kir û ragihand: ``Hêzên gelanî ji navçên sînorî yên Iraqê li rojavaya Neynewayê ber bi başûr diçin ta ku derbasgehên sînorî yên Welîd û Qaim li parêzgeha El-Enbarê jî azad bikin û derbeyeke giran li terorîstan bêxin``.