Hemû riyên hatûçûna terorîstan li nav Iraq û Sûriyê hatine qutkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i263420-hemû_riyên_hatûçûna_terorîstan_li_nav_iraq_û_sûriyê_hatine_qutkirin
Hêzên gelanî yên Iraqê hemû riyên hatûçûna terorîstên DAIŞ`ê di navbera Sûriyê û Iraqê girtine û niha terorîst di rewşeke nebaş da ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 09, 2017 11:22 Asia/Tehran
  • Hemû riyên hatûçûna terorîstan li nav Iraq û Sûriyê hatine qutkirin

Hêzên gelanî yên Iraqê hemû riyên hatûçûna terorîstên DAIŞ`ê di navbera Sûriyê û Iraqê girtine û niha terorîst di rewşeke nebaş da ne.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Hêzên gelanî yên Iraqê duh pêncşemê piştî azadkirina axir derbasgeha di navbera Iraq û Sûriyê, hemû riyên hatûçûna terorîstên DAIŞ`ê li nav Iraq û Sûriyê bi tamî girtin.

Bingehên nûçan ji nav Iraqê ragihandin ku gundê Til Sefûkê wek axir riya hatûçûna terorîstan li navbera Iraq û Sûriyê jî ji aliyê hêzên Heşda Şeibî va hatiye girtin û êdî peywendiyên navbera terorîstên nav axa Sûriyê û yên nav axa Iraqê qut bûye.

Polîsê federal ê Iraqê destnîşan kir; ``Hêzên iraqî duh pêncşemê karîn gund û derbasgeha Til Sefûkê li sînorê Iraqê tev Sûriyê jî ji destê terorîstan azad bikin``.

Li vî halî Ehmed El-Esedî berdevkê hêzên Heşdî Şeibî ketina hêzên gelanî yên Iraqê nav axa Sûriyê ret kir û ragihand: ``Hêzên gelanî ji navçên sînorî yên Iraqê li rojavaya Neynewayê ber bi başûr diçin ta ku derbasgehên sînorî yên Welîd û Qaim li parêzgeha El-Enbarê jî azad bikin û derbeyeke giran li terorîstan bêxin``.