Hişyariya NY li bara kuştina zarokan li Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i263414-hişyariya_ny_li_bara_kuştina_zarokan_li_mûsilê
Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) hişyarî da ku grûpa têrorîst a DAIŞ`ê zarokên ku ji nav şer û pevçûnên Mûsilê li bakûra Iraqê direvin têxe ber gullên xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 09, 2017 11:06 Asia/Tehran
  • Hişyariya NY li bara kuştina zarokan li Mûsilê

Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) hişyarî da ku grûpa têrorîst a DAIŞ`ê zarokên ku ji nav şer û pevçûnên Mûsilê li bakûra Iraqê direvin têxe ber gullên xwe.

Li gorî rapora telivîzyona Press TV`yê, Nivîsgeha Komîsariya bilind a mafê mirovan a Rêxistina Netewên Yekgirtî li daxûyaniya xwe ya duh pêncşemê hişyarî da niha ku xelkê sivîle Mûsilê dil hene ji destê terorîstên DAIŞ`ê birevin, xetera kuştina wan zêde bûye ji ber ku DAIŞ ber bi kesên ku dil hene ji nav Mûsilê birevin, gullan direşîne.

Li vê daxûyaniyê hatiye ku tenê li çend rojên bihurî 231 kesên sivîl ku dil hebûne ji nav Mûsilê birevin, bi destê terorîstan da hatine kuştin.

Nivîsgeha Komîsariya bilind a mafê mirovan a Rêxistina Netewên Yekgirtî her wisa ji ber kuştina xelkê Mûsilê ji ber êrişên hewayî jî hişyarî da.

Pîtêr Hawkînz, nûnerê UNICEF`ê li Iraqê jî li vê barê ragihand: ``Wisa diyar e ku hîn zêde ji 100 hezar iraqî li rewşekî aloz li nav bajarê Mûsilê dijîn``.

Nûnerê UNICEF`ê li Iraqê, destnîşan kir ji ber nearamiyên li Mûsilê, zarokên vî bajarî ketine ber mirin yan birîndarbûn, şidetên cinsî, dizîn û çûyîna ber bi DAIŞ`ê ve``.

Koma terorîst a DAIŞ`ê, li dawiya bihara sala 2014`ê bi pêşveçûna li axa Iraqê, hin beşên bakûr û rojavayê vî welatî dagîr kirin. Hêzên iraqî bi piştevaniya hêza hewayî, karîne beşên zav ên van navçeyana ji bin lepên vê koma terorîst azad bikin.