Serketina hêzên iraqî li rojavayê Mûsilê
Hêzên iraqî, sedî 85`ê taxa El Zencebîlî li rojavayê Mûsila navenda parêzgeha bakûrî ya Neynewaya Iraqê, ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê azad kirin.
Hêzên iraqî li dewama operasyona azadkirina Mûsilê, roja pêncşemiyê, gihîştin dersora navçeya Bab Sincarê li derbasgeha pişka kevnar a bajarê Mûsilê.
Hêzên gelanî yên Iraqê (Heşda Şeibî) jî navçeya Til Sefûkê ku ketiye ser sînorên Iraq û Sûriyê ku hêla herî girîng a alîkarîgihandina koma terorîst a DAIŞ`ê tê hesêb, kontrol kirin.
herwiha Sadiq el Hisênî, serokê komîteya ewlehiya parêzgeha Diyalî ya Iraqê ragihand, di encama bombebarana ser pêgehên DAIŞ`ê li gundê Fezîxeyê ku gundekî El Hewîceya li başûrê rojavayê parêzgeha Kerkûkê ye de, Ebû Mihemed el Şamî, serkirdeyekî sereke yê DAIŞ`ê hate kuştin.
Ji aliyê din ve, rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) ragihand, terorîstên DAIŞ`ê 231 sivîlan dema revîna ji Mûsilê kuştin.
Li gorî rapora nivîsgeha Mafên Mirovan a NY, terorîstên DAIŞ`ê, ji 26`ê Gulanê ve heya 3`ê Hezîranê, herîkêm 231 kesên sivîl ku hewl didan ji Mûsilê birevin, kuştine.
Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ragihand ku hin rapor di destê wê de hene ku nîşan didin kuştina kesên sivîl li Mûsilê, çi di encama êrişên hewayî yên hevalbendiya bi serokatiya Amerîkayê de û çi jî li operasyonên DAIŞ`ê pirr zêde bûye.
Li daxuyaniya nivîsgeha NY hatiye ragihandin: Raporên bawerpêkirî nîşan didin ku ji 26`ê meha buhurî ve, zêde ji 230 kesên sivîl ku hewl didan ji rojavayê Mûsilê birevin, hatine kuştinê ku 204 kes ji wan tenê li sê rojên hefteya buhurî canê xwe ji dest dane.
NY herwiha ji revîna 8400 kes ji xelkê rojavayê bajarê Mûsilê li bakûra Iraqê jiber dewama şerrê li wir li du rojên buhurî de agahî da.
Stêfan Ducarîç, berdevkê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, li civîneka çapemeniyê got: Hejmara awareyan, li rojên 5 û 6`ê vê mehê, asta herî jorîn a qeydbûyî ya hejmara awareyan ji hefteyekê beriya niha va ye.
Wî herwiha libara parastina kesên sivîl li navçeyên di bin kontrola DAIŞ`ê li perrava rojava bajarê Mûsilê, nîgeraniya xwe diyar kir.