Rayedarên iraqî êrişên têrorîstî yên li Têhranê şermezar kirin
Rayedarên pilebilind û serokpartîyên iraqî, êrişên têrorîstî yên li Têhranê şermezar kirin.
Li gorî rapora kanala Someriye News`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro li peyamekê jibo Hesen Rûhanî serokomarê Îranê, ji ber şehîdbûna hejmareke welatîyên îranî di encama êrişên têrorîstî yên duh li Têhranê da, sersaxî da dewlet û gelê Îranê.
Serokwezîrê Iraqê ev kiryara dijîmirovî şermezar kir û pêkutî kir: Têrorîstên tekfîrî jibo ku sivîlan bikin bi şêwazên kirêt bikin armanc, ya ji destê wan bê, dikin.
Muqteda Sedir serokê Koma Sedir a Iraqê jî wek berteka li hemberî êrişên têrorîstî yên li Têhranê ragihand: Têrorîsm dîn an mezhebê nas nake û misilmanan li welatên wan dike armanc û vê carê Têhrana ewleh kir armanc.
Serokê Koma Sedir a Iraqê pêkutî kir: Welatên islamî divê bi dûrketina ji gêreyê û bijartina gotûbêjê, çareyekê jibo kokbirrkirina têrorîsmê bikin.
Emar Hekîm serokê Hevalbendîya Netewî ya Iraqê jî li peyamekê xwe şirîkê xema gel û rêberê giranqedir ê inqilaba islamî zanî û pêkutî kir: Êrişên têrorîstî yên li Têhranê bi armanca bêistiqrarkirina Îranê pêk hatin, ji ber ku Komara Islamî ya Îranê di serê welatên têkoşerê dijî têrorîsmê da ye.