Ti têkilîya Heşdî Şeibî û PKK li rojavaya Mûsilê tineye
Hezîran 08, 2017 12:23 Asia/Tehran
Femandeyekî hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê ragihand ku nûçeya hevkarîya leşkerî ya van hêzana û PKK li şerê rojavaya Mûsilê derew e.
Kerîm Nûrî li gotûbêja ligel ajansa nûçan a Al Gad Press`ê got: Ti hevkarîyek di navbera hêzên Heşdi Şeibî û PKK û ti hêzeke din li Iraqê li şerê rojavaya Mûsilê tineye û gotinên qayimeqamê Şingalê di vî warî da tam bêbingeh in.
Nûrî hêvî kir ku Mehma Xelîl qayimeqamê Şingalê li axavtinên xwe li bara Heşdi Şeibî zêdetir baldar be.