Heşda Şebî: Bi van zûtiyan rojavayê Mûsilê azad dibe
Alîkarê teşkîlata gelanî ya Heşda Şebî ya Iraqê, roja çarşemiyê destnîşan kir, di mideha du rojên tê de, hemî navçeyên rojavayê Mûsilê, wê ji bin lepên kom terorîst a DAIŞ`ê azad bibin.
Li gorî rapora malpera nûçeyan a El Ehdê ya Libnanê, Ebû Mehdî Muhendis, alîkarê teşkîlata gelanî ya Heşda Şebî ya Iraqê, herwiha gopt, hêzên Heşda Şebî yên Iraqê, di çarçoveya kontrolkirina tam a sînorên Iraq- Sûriyê, li benda fermana Heyder El Ebadî, serokwezîr û qumandeyê gişt hêzên çekdar ên Iraqê ne.
Ebû mEhdî Muhendis, got: Bajarê El Beacê li parêzgeha Neynewayê li bakûrê Iraqê ku hêzên Heşda Şebîkarîne wê bi tamî paqij û azad bikin, pêgeha herî dawîn a koma terorîst a DAIŞ`ê tê hesêb û ya ku maye tenê hin navçeyên biçûk in ku wê di du rojên tê de azad bibin.
Berî niha Hadî Amirî, sekreterê giştî yê Saziya Bedr a Iraqê, ji azadiya hemî gundên li rojavayê bajarê El beacê heya sînorên hevpar ên Sûriyê agahî da.
Heşda Şebî vê dawiyê li daxuyaniyekê ji azadbûna 19 gund, navçe û komavahiyan li başûr û başûrê rojavayê bajarê El beacê li parêzgeha Neyenewayê li bakûrê Iraqê agahî da.