Azadkirina hemî navçên Iraqê, li pêşerojeke nêz
Berdevkê Hêzên Heşda Şebî ya Iraqê got: Hemî navçeyên sînorî yên Iraqê dê bi zûtirkê ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê werin paqijkirin.
Ehmed El-Esedî berdevkê fermî yê Heşda Şebî ya Iraqê li gotûbêja bi malpera nûçan a El-Ehdê ragihand: Bi pêvajoyeke lezgîn, dê hêzên Heşda Şebî yên Iraq operasyona azadkirina gund û bajarên vî welatî li bajarê Beacê heyasînorên Sûriyê cih bînin.
El- Esedî bal kişand ser vê yekê ku deveya Qeyrewanê, Qehtaniyê û Ednaniyê li rojava Mûsilê tam ji lespên terorîstên DAIŞ`ê hatiye azadkirin û destnîşan kir: Hêzên gelanî yên Iraqê jibo cara yekê ji sala 2003an heya niha gihêştine navçeyên sînorî.
Berdevkê Heşda Şebî bal kişand ser giringiya stratejîk a serketinên berdewam ên hêzên Heşda Şebî yên Iraqê li Beacê li rojava Mûsilê û got: Ev navçeya ji sala 2003an heya niha derbasgeha grûpên terorîstî bû lê îro hêzên çekdar ên Iraqê dixwezin sînoran girêdin ku dawiyê bidin terorîstên DAIŞê.
Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê, operasyona aazdkirina navçên rojava parêzgeha Neynewayê û hevsînorê Sûriyê ji 12 Gulanê ve destpê kirine.