Azadkirina hemî navçên Iraqê, li pêşerojeke nêz
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i263160-azadkirina_hemî_navçên_iraqê_li_pêşerojeke_nêz
Berdevkê Hêzên Heşda Şebî ya Iraqê got: Hemî navçeyên sînorî yên Iraqê dê bi zûtirkê ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê werin paqijkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 06, 2017 14:33 Asia/Tehran
  • Azadkirina hemî navçên Iraqê, li pêşerojeke nêz

Berdevkê Hêzên Heşda Şebî ya Iraqê got: Hemî navçeyên sînorî yên Iraqê dê bi zûtirkê ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê werin paqijkirin.

 Ehmed El-Esedî berdevkê fermî yê Heşda Şebî ya Iraqê li gotûbêja  bi malpera nûçan a El-Ehdê ragihand: Bi pêvajoyeke lezgîn, dê hêzên Heşda Şebî yên Iraq operasyona  azadkirina  gund û bajarên  vî welatî li bajarê Beacê heyasînorên Sûriyê cih bînin.

 El- Esedî bal kişand ser vê yekê ku  deveya Qeyrewanê, Qehtaniyê û Ednaniyê li rojava Mûsilê tam ji lespên terorîstên DAIŞ`ê hatiye azadkirin û destnîşan kir: Hêzên gelanî yên Iraqê jibo cara yekê ji sala 2003an heya niha  gihêştine  navçeyên sînorî.

 Berdevkê Heşda Şebî bal kişand ser giringiya stratejîk a serketinên berdewam  ên hêzên Heşda Şebî yên Iraqê li Beacê li rojava Mûsilê û got: Ev navçeya ji sala 2003an heya niha  derbasgeha grûpên terorîstî bû lê îro hêzên çekdar ên Iraqê dixwezin sînoran girêdin ku dawiyê bidin  terorîstên DAIŞê.

 Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê, operasyona  aazdkirina  navçên rojava  parêzgeha  Neynewayê û hevsînorê Sûriyê ji 12 Gulanê ve destpê kirine.