UNICEF:100 hezar zarok li Mûsilê di bin gefa kuştinê de ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i263104-unicef_100_hezar_zarok_li_mûsilê_di_bin_gefa_kuştinê_de_ne
Netewên Yekgirtî (NY) dibêje, nêzîkî 100 hezar zarok û sivîl li aliyê rojava yê Mûsilê di bin metirsiya kuştinê de ne û çekdarên DAIŞ`ê wan wek mertalên mirovî bikar tînin. NY bang li aliyên şêrr dike ku şerê li dijî sivîlan bidin sekinandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 06, 2017 06:55 Asia/Tehran
  • UNICEF:100 hezar zarok li Mûsilê di bin gefa kuştinê de ne

Netewên Yekgirtî (NY) dibêje, nêzîkî 100 hezar zarok û sivîl li aliyê rojava yê Mûsilê di bin metirsiya kuştinê de ne û çekdarên DAIŞ`ê wan wek mertalên mirovî bikar tînin. NY bang li aliyên şêrr dike ku şerê li dijî sivîlan bidin sekinandin.

Nûnerê UNICEF li Iraqê Peter Hawkins di daxuyaniyekê de ragihand ku zarok û sivîlan li aliyê rojava yê Mûsilê di metirsiyê de ne û bi hezaran sivîl wek mertalên mirovî bikar tên û dibin qurbanî.

Di daxuyaniyê de hatiye, ku nêzîkî 100 hezar zarok li aliyê rojavayê Mûsilê asê mane û çekdarên DAIŞ`ê wan wek mertalên mirovî bikar tînin û wan neçar dikin tevlî şêrr bibin.

Li gorî agahiyên UNICEF`ê, gelek zarok û sivîlên ku hewl didin ji cihê şêrr birevin, tên kuştin û roj bi roj jî hejmara kuştiyan zêde dibe.

UNICEF`ê bang li hemû aliyên şêrr kiriye, êrişî zarok û sivîlan her wiha nexweşxane, navendên tenduristiyê, dibistan, mal û tûrên avê nekin.