Azadkirina beşeke taxa Zencebîlîyê li rojavaya Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i263060-azadkirina_beşeke_taxa_zencebîlîyê_li_rojavaya_mûsilê
Navenda polîsên Iraqê ragihand ku ji sedî 60`ê taxa Zencebîlîyê li rojavaya Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê hatîye azadkirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 05, 2017 13:51 Asia/Tehran
  • Azadkirina beşeke taxa Zencebîlîyê li rojavaya Mûsilê

Navenda polîsên Iraqê ragihand ku ji sedî 60`ê taxa Zencebîlîyê li rojavaya Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê hatîye azadkirinê.

Bi dehan têrorîst di encama opêrasyona hêzên iraqî li taxa Zencebîlî ya li rojavaya Mûsilê da hatin kuştinê û hêzên hanê ji çend mêhweran va ber bi Derîyê Şingalê li Mûsilê va pêşda diçin û kontrola devera Meqera Istişhadîyan jî tam girtin destê xwe. 

Hêzên polîs ên fêdêral ên Iraqê li Mûsilê jî hewl didin xelkê dorpêçbûyî ji deverên pevçûnê rizgar bikin û veguhêzin kempan û deverên ewleh.

Niha tenê taxên Şingal, Şefa û Mûsila Kevin di bin lepên têrorîstên DAIŞ`ê da mane.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê zêde ji 100 kes ji niştecihên taxa Zencebîlîyê li pişka kevin a şarê Mûsilê kuştin.

Welatîyên hanê ber bi hêzên iraqî va direvîyan ku ketin ber êrişa têrorîstên DAIŞ`ê.

Hêzên xwebexş ên gelanî yên Iraqê jî gundên Tûman û Reqbe Al Fursê li bakûra rojavaya Beacê li rojavaya Mûsulê azad kirin.

Hêzên xwebexş ên gelanî yên Iraqê duh di encama opêrasyoneke bêmînak da devera Beacê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin û paqijkirina deverên derdora vî şarî didome.

Ji hêla din ve, serokwezîrê Iraqê li hevdîtina ligel alimên dînî yên şîe ûsune yên Iraqê li ser tifaqa hemî hêzên iraqî sekinî û ragihand ku DAIŞ dibe sedema rewşkirina navê islamê.

Heyder Ebadî şeva buhurî li fitarê tev alimên dînî yên sune û şîe li ser rola wan li têkoşîna dijî hizra têrorîsmê sekinî.

Ebadî li vê hevdîtinê herwiha got ku iraqîyan pêngaveke bilind li serketinan rakirine û nêzîkî serketina tam bûne.

Li gorî nûçeyeke din, Sandiqa Zarokan a NY (UNICEF) îro ragihand ku mirin li ser rêya 100 hezar zarokên iraqî li rojavaya Mûsilê ye, divê ew bên parastin.

Pîtêr Hokînz nunerê UNICEF`ê li Iraqê bi daxûyanîyekê ragihand: Ev sazîya raporên dilgiranker li bara vîya ku gellek sivîl û zarok li rojavaya Mûsilê li ber mirinê ne, werdigire. Hinek ji wan dema hewldana jibo revîna ji taxên pevçûn li wan heye, hatine kuştinê.