Micidbûna Heşdi Şebî jibo paqijkirina sînorê Iraq û Sûriyê ji DAIŞ`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i263020-micidbûna_heşdi_Şebî_jibo_paqijkirina_sînorê_iraq_û_sûriyê_ji_daiŞ_ê
Alîkarê serokê hêzên gelanî yên Iraqê (Heşda Şeibî) li bara hewldana jibo têkbirina grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li sînorê vî welatî bi Sûriyê re agahî da û tekez kir ku ev hêz dê hemî sînorê ji lepên DAIŞê paqij bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 05, 2017 11:28 Asia/Tehran
  • Micidbûna Heşdi Şebî jibo paqijkirina sînorê Iraq û Sûriyê ji DAIŞ`ê

Alîkarê serokê hêzên gelanî yên Iraqê (Heşda Şeibî) li bara hewldana jibo têkbirina grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li sînorê vî welatî bi Sûriyê re agahî da û tekez kir ku ev hêz dê hemî sînorê ji lepên DAIŞê paqij bike.

 Ebûmehdî El-Muhendis alîkarê Teşkîlata Heşda Şebî ya Iraqê roja duşemiyê li gotûbêja  bi kanala El-Alamê diyar kir: Hêzên Heşda Şebî gulleavêtina  terorîstan ji nav axa Sûriyê dibersivînin lê derbasî nav  axa Sûriyê nebûne.

 Vî fermandeyê Heşa Şebî destnîşan kir: Grûpa terorîstî ya DAIŞê karê bikaranîna  çekan û mûşekên  kontroldar ên emerîkî li şerê sînorî destpê kiriye.

Cewdet Şakir fermandê hêzên polîsê federala  Iraqê jî ragihand: Hêzên polîsê federal bi piştgiriya  hêza hewayî binavahiyên  DAIŞê li başûrê beşa kevn a  Mûsilê daye ber êrişan û bi dorpêçkirina terorîstan li navça  Bab El-Cedîdê, hejmarek ji terorîstan  kuştin.

Di eynî demê de, çavkaniyên  medyayê li bara kiryara grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê derheq kuştina zêde ji 100 xelkên sivîl ên taxa El-Zencîliyê li beşa kevn a bajarê Mûsilê agahî dan. Welatiyên hanê li halê revîna  ber bi hêzên iraqî,  ketin ber êrişa terorîstên DAIŞ`ê.

 DAIŞê her wiha 10 mamosteyên  jin li vê navçê îdam kirin. Mehmûd El-Sûrcî berdevkê grûpeke gelanî ser navê kesên xwebexş ên Neynewayê ji Sputnika erebî re got : DAIŞê mamosteyên hanê ji malên wan derxist û li navça  El-Zenclî ku ketiye beşa  kevn a bajarê Mûsilê, da ber gulleyan.

 Hêzên iraqî heya niha sedî 60 ê taxa El-Zencîliyê ji kontrola DAIŞê derxistine û grûpa terorîstî ya DAIŞê li navçên mayî li Mûsilê welatiyan wek mertala însanî bi kar tîne.