Bajarê Beacê li rojavaya Mûsilê bi tamî azad bû
Hêzên gelanî yên Iraqê ji sê aliyan da ketine nav bajarê Beacê û alaya vî welatî li ser avahiyên vî bajarî xistin.
Li gor rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, ji zarê Ferat News`ê, Hêzên gelanî yên Iraqê ji aliyê başûr ji sê aliyan da ketine nav bajarê Beacê û alaya vî welatî li ser avahiyên vî bajarî xistin.
Beac ji pêgehên serekeye grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li parêzgeha Nêynewayê ye û terorîstên DAIŞ`ê ji vê navçê bona hatûçûna nav Iraqê û Sûriyê istifade dikirin.
Ebûmehdî el-Muhendis cîgirê serokê hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê ji azadbûna tam a bajarê Beacê li rojavaya Mûsilê xeber da.
Li gor rapora nûçegihandê El-Meyadîn; Hêzên gelanî yên Iraqê ji sê aliyan ketine nav bajarê Beacê û alaya Iraqê li ser avahiyên vî bajarî xistin.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê sala 2014`an bi piştgiriyên malî û çekdarî yên Amerîka û hevpeymanên rojavayî û hin welatên navçeyê bi taybet Erebistan û Tirkiyê bi êrîşa ser Iraqê, parên mezin ji navçeyên bakur û rojavaya vî welatî dagir kirin û gellek cinayet pêk anîn.
Ji wê demê û bi vir da hêzên iraqî pirraniya navçeyên dagirbûyî azad kirine.