Hêzên iraqî, 3 gund li mêhwera Beacê rizgar kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i262938-hêzên_iraqî_3_gund_li_mêhwera_beacê_rizgar_kirin
Hêzên xwebeşx ên gelanî (Heşa Şebî) karîn ku sê gund li mêhwera Beacê li rojava Mûsilê ji lepên terorîstên DAIŞ`ê azad kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 04, 2017 12:01 Asia/Tehran
  • Hêzên iraqî, 3 gund li mêhwera Beacê rizgar kirin

Hêzên xwebeşx ên gelanî (Heşa Şebî) karîn ku sê gund li mêhwera Beacê li rojava Mûsilê ji lepên terorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

 Li gorî rapora Tesnîm Newsê, û ji zarê Firat Newsê, hêzên Heşda Şebî yên Iraqê di dewama pêşdeçûna  xwe du gundên  Tel El-Nofliyê û Tel El-Mesrecê li bakurê rojhilata  Beşacê li rojava  Mûsilê azad kirin.

 Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê îro yekşemiyê li operasyoneke  taybet û bîmnak û lezgîn bajarê Beacê li rojava Mûsilê ji lepên terorîstên DAIŞê azad kirin.

 Bajarê Beacê ji veşartgehên  herî giring ên  grûpa terorîstî ya DAIŞê li parêzgeha Neynewayê tê hejmarê û terorîstên DAIŞê vê navçê weke  derbasgehekê jibo hat û çûyîna bo Iraq û Sûriyê bi kar tînin.

 Beac her wiha  cihê destpêbûa hereketa terorîstên DAIŞê jibo dagirkirina  Mûsilê li Hezîrana sala 2014an  bû.

Operasyona  azadkirina Mûsilê paytexta xwekivşkirî ay grûpa terorîstî ya DAIŞê li Iraqê ji 26 Mêhra 1395an û bi beşdariya  bi dehan hezar kes ji hêzn  rtêş û polîsê Iraqê û bi hevkariya hêzên Heşda Şebî û pêşmergeyên  kurd destpê bû û hêzên iraqî piştî nêzîkî 100 rojan rojhilata Mûsilê tam azad kirin.

 Hêzên iraqî operasyona  azadkirina beşa rojava  Mûsilê ji 1  Reşema 1395an destpê kirine û ev operasyon tim didome.