Kifşbûna zîndanekî mezine terorîstên DAIŞ`ê
Hêzên ewlehiya Iraqê karîn zîndanekî bin erdî li qiraxa rastê ye Mûsilê li bakûra vî welatî kifş bikin.
Li gor rapora îro yekşemê ya ajansa nûçan a IRNA`yê, Hêzên ewlehiya Iraqê karîn zîndanekî bin erdî li qiraxa rastê ye Mûsilê li bakûra vî welatî kifş bikin ku hatiye ragihandin di nav vê zîndanê da dehan iraqî jî bajarên Felûce, Remadî, Selaviyê û El-Keremê li parêzgeha El-Enbarê di nav vê zîndanê da bûn.
Hêzên ewlehiya Iraqê zîndanî hemû azad kirin û bona arxayîniya ser saxlemiya wan û dabînkirina ewlehiya wan û agehdariya ser çawaniya zîndanîbûna wan, ewna birine ciyekî din.
Ji aliyê dinve hêzên ewlehiya Iraqê ragihandine ku heta niha zêde ji 140 hezar ji malbatên Mûsilê ji Tirsa terorîstên DAIŞ`ê ji malên xwe aware bûne.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê sala 2014`an bi piştgiriyên malî û çekdarî yên Amerîka û hevpeymanên rojavayî û hin welatên navçeyê bi taybet Erebistan û Tirkiyê bi êrîşa ser Iraqê, beşin berfire ji navçeyên bakur û rojavaya vî welatî dagir kirin û gellek cinayet pêk anîn.
Ji wê demê û bi vir da hêzên iraqî pirraniya navçeyên dagirbûyî azad kirine.