Azadkirina navçeyeka nû li başûrê El Beacê li operasyona Heşdi Şeibî
Hêzên iraqî li dewama operasyona Mûsilê, navçeyeka din a xelknişîn li başûrê El Beacê azad kirin û berpirsên iraqî ragihandin tenê 4 kîlometre ji rojavayê Mûsilê li bin lepên DAIŞ`ê ye.
Çavkaniyên ser bi hêzên gelanî yên Iraqê (Heşdi Şeibî), ragihandin ku ev hêza navçeyên xelktêde ji bombe û telikên teqandinê paqij kirine.
Ji aliyê din ve Sebah El Neiman, berdevkê hêzên şerrê dijî terorîsmê yên Iraqê, ragihand: 120 terorîst dema azadkirina taxa El Sihe li perrava rastê ya Mûsilê, hatine kuştin. El Neiman destnîşan kir: Devereên mayî yên di bin kontrola DAIŞ`ê de li rojavayê Mûsilê, ji sê heya çar kîlometreyan zêde nîne.
Berdevkê hêzên têkoşîna dijî têrorîsmê yên Iraqê got: Berbenda mezin ser rêya hêzên iraqî li rojavaya Mûsilê, hebûna hejmareke zêde ya sivîlan li deverên teng e ku malên wan deverana piçûk in û berbenda din jî ketina DAIŞ`îyan nav sivîlan da ye.
Di vî halî da, li kolana sereke ya taxa Zencebîlîyê li rexê rastê yê Mûsilê pevçûnên giran di navbera hêzên iraqî û têrorîstên DAIŞ`ê da derketin.
Hêzên artêşa Iraqê li dewama pêşdaçûna xwe li bajarê Mûsilê devera Sihe Ewel li mêhwera rojavaya vî şarî xistin bin kontrola xwe.
Hêzên Heşdi Şeibî maşîneke bombekirî ya têrorîstên DAIŞ`ê li bajarê Mûsilê ji nav birin.
Fermandetîya Polîsên Fêdêral a Iraqê jî ragihand ku ev hêzana pêşdaçûna xwe didomînin û wan karîne ji sedî 40 devera Zencebîlîyê bêxin bin destê xwe. Hêzên ewlehîyê yên Iraqê jî karîn derbasgehên ewleh jibo derketina niştecihên van deverana vekin.
Hêzên Yekîneya Taybet a Iraqê jî karîn Ebû Evdilrehman berpirsê darayîyê yê DAIŞ`ê û Yûsif Elî Hemîdan alîkarê leşkerî yê wî li devera Zencebîlîyê bikujin.
Ji hêla din ve hêzên Heşdi Şeibî jî karîn 2 gundên Til Sefûk û Cayir Celfasê li rojavaya devera Beacê li bakûra rojavaya şarê Mûsilê azad bikin.
Hêzên Heşdi Şeibî li rojavaya Mûsilê jî çend gund azad kirin.
Semîr Dawûd efserê artêşa Iraqê duh got: Hêzên Heşdi Şeibî gundên Erfî, Qube Wehbî Emîlhat û Refî Ewel ji lepên DAIŞ`ê azad kirin.
Çavkanîyên herêmî li Nêynewayê jî ragihandin ku karwanê serkirdê DAIŞ`ê li Beacê li 10 kîlomêtrîya rojhilata vî şarî ketîye ber êrişa hewayî û li gorî ihtimaleke zêde ew jî hatîye kuştinê.