Peyama pîrozbahiya serokê parlimana Iraqê bo Larîcanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i262712-peyama_pîrozbahiya_serokê_parlimana_iraqê_bo_larîcanî
Serokê Parlimana iraqê li peyamekê jibo hevtûşê xwe yê îranî, Elî Larîcanî, bijartina dubare ya wî wekî serokê Meclisa Şêwra îslamiya Îranê, li wî pîroz kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 01, 2017 14:38 Asia/Tehran
  • Peyama pîrozbahiya serokê parlimana Iraqê bo Larîcanî

Serokê Parlimana iraqê li peyamekê jibo hevtûşê xwe yê îranî, Elî Larîcanî, bijartina dubare ya wî wekî serokê Meclisa Şêwra îslamiya Îranê, li wî pîroz kir.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Komara Îslamî (IRNA), Selîm Cibûrî, li peyama xwe ku roja pêncşemiyê jibo elî Larîcanî, serokê Meclisa Şêwra îslamiya Îranê şandiye, jibo wî û gelê Îranê, hêviya pêşketin û aramiya hertimî kiriye.

Cibûrî herwiha li ser girîngiya xurtkirina peywendiyên dualî di hemî waran de pêgîrî kiriye û gotiye ku mijar û pirsgirêkên vê qonaxê, hewcedarê dewama hevahengiyên di navbera du welatên cînar, bi taybet li dosyeya şerrê dijî terorîsm û tundrêtiyê ye.

Cibûrî ev peyama piştî ku Elî Larîcanî, roja çarşemiyê careka din bi piraniya dengên nûneran, wekî serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê hate bijartin, şandiye.