Pêgîriya Emar Hekîm li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartina parlimanî ya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i262710-pêgîriya_emar_hekîm_li_ser_pêwîstiya_lidarxistina_hilbijartina_parlimanî_ya_iraqê
Serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Iraqê, dijî her cure derengmayîna li lidarxistina hilbijartina parlimanî ya vî welatî derket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 01, 2017 14:37 Asia/Tehran
  • Pêgîriya Emar Hekîm li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartina parlimanî ya Iraqê

Serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Iraqê, dijî her cure derengmayîna li lidarxistina hilbijartina parlimanî ya vî welatî derket.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Fars`ê, Seyd Emar Hekîm, serokê Meclisa Bilind a Îslamiya Iraqê, li ser birêveçûna hilbijartina parlimanî ya li vî welatî li Adara 2018`an pêgîrî kir û herwiha got, derengmayîna van hilbijartinan û valatiya qanûna bingehîn, nayê qebûlkirin.

Seyd Emar Hekîm, berî niha ji  tevgerên siyasî yên Iraqê xwestibû ku dirûşmeyên êrişker û bixerez amade nekin û got: Nabe ku meselên çarenivîssaz ên vî welatî, bibin mijara gengeşeya rikeberiyên hilbijartinê.

Serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Iraqê, midehekî beriya niha, li ser guhertina pergala siyasî ya vî welatî ji Beşdariya Neteweyî bi Piranî û kêmîneya neteweyî pêgîrî kir û li ser pêkanîna rewşê jibo garantîkirina serêxwegirtina birêveçûna hilbijartina Meclisê li dema kivşbûyî sekinî.

Nûrî Malikî, alîkarê serokkomarê Iraqê jî çend caran bi rexneya ji pergala li ser bingeha Beşdariya Neteweyî, xwestibû ku dewleta piranî li vî welatî pêk were.

Pergala siyasî ya Iraqê, pergala parlimanî ye lê belavkirina hêz û desthilatê li vî welatî li gorî berçavgirtina para komên qewmî û mezhebî ye.