12 terorîst li operasyona hêzên iraqî li rojavayê Mûsilê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i262692-12_terorîst_li_operasyona_hêzên_iraqî_li_rojavayê_mûsilê_hatin_kuştin
12 terorstên DAIŞ`ê, îro pêncşemiyê di encama operasyona hêzên iraqî li navçeya El Zencebîlî ku ketiye rojavayê Mûsilê de hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 01, 2017 12:41 Asia/Tehran
  • 12 terorîst li operasyona hêzên iraqî li rojavayê Mûsilê hatin kuştin

12 terorstên DAIŞ`ê, îro pêncşemiyê di encama operasyona hêzên iraqî li navçeya El Zencebîlî ku ketiye rojavayê Mûsilê de hatine kuştin.

Li gorî rapora malpera nûçeyan a Rojnama El Quds El Erebî, hêzên polîsê fêdêral ê Iraqê, pêgeha terorîstên DAIŞ`ê li El Zencebîlî dorpêç kirin û li operasyonekê 12 terorîstan kuştin.

Li gorî vê raporê, herwiha hêzên iraqî zêde ji 150 malbatên iraqî ji navçeya El Zencebîlî, veguhestine navçeyên ewleh..

Herwiha hêzên Heşdi Şeibî, operasyona xwe ya li bajaroka El Beacê dijî terorîstên DAIŞ`ê didomînin û hemî rêyên peywendiya terorîstan li vê bajarokêî birrîne.

Rapor nîşan didin ku azdiya Mûsilê, qonaxên xwe yên dawîn derbas dike û karzan pêşbînî dikin dewleta Iraqê li rojên tê, azadiya tam a vî bajarî piştî 6 mehan ji dema destpêbûna operasyona leşkerî ya li bakûrê Iraqê, ragihînin.

Berî niha çavkaniyeka xwecî li Kurdistana Iraqê, ragihandibû ku kêmtir ji 1000 terorîstên DAIŞ`ê li Mûsilê mane û bi giştî nîşangir in û bi awayekî hevgav jî rêyên peywendiya wan bi derveyî Mûsilê jî hatine birrîn û tu rêyek ji bilî mirin û jinavçûnê jibo wan tuneye.