Iraq bû serokê Komîteya Jiçekkirinê ya NY
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i262642-iraq_bû_serokê_komîteya_jiçekkirinê_ya_ny
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê şeva buhurî got: Civata Giştî ya NY, Iraq wekî serokê Komîteya Jiçekkirinê ya vê rêxistîyê bijartîye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 01, 2017 06:08 Asia/Tehran
  • Iraq bû serokê Komîteya Jiçekkirinê ya NY

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê şeva buhurî got: Civata Giştî ya NY, Iraq wekî serokê Komîteya Jiçekkirinê ya vê rêxistîyê bijartîye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ehmed Cemal berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê dîyar kir: Vê bijartinê nîşan da ku Iraqê destkevteke nû ya dîplomatîk bidest xistîye ku dikare cîgeh  û rola navçeyî û navnetewî ya vî welatî bihêz bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê li ser bandora şêwazên dîplomatîk ên vî welatî li danûistandina ligel civaka cîhanî sekinî.