42 terorîtên DAIŞ`ê li Iraqê hatin kuştin
Balefirên cengên yên bêfirokevan ên artêşa Iraqê, êriş kirin ser cihê kombûna terorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Neynewayê û herîkêm 25 terorîst kuştin.
Li gorî roja çarşemiyê ya kanala televîzyonî ya El-Iraqiyê û ji zarê erknatiya propagendeya şerê artêşa Iraqê li encama êrişên hanê, balefirên cengê yên Iraqê çend baregehên DAIŞê û bi dehan trimbêlên wan li gundên El-Wehde û El-Beacê li bajarê Mûsilê têk birin.
Her wiha li encama êrişa hewayî ya artêşa Iraqê ser cihê kombûna terorîstên DAIŞê li gundê Tel Farisê, herîkêm 17 terorîst hatin kuştin.
Di eynî demê de, erknatiya propagendeya cengê yaya hêzên Heşda Şebî ragihand: Ev hêz ku ji roja sêşemiyê kulnana xendeqan li ser sînorên Sûriyê destpê kirine bûne sedema pirsgirêka li hat û çûyîna terorîstan li çend gundên sînorî navbera Iraq û Sûriyê.
Ezmûna kulana xendeqan jibo iraqiyan pêştir li çola rojava parêzgehên Kerbela û Necef- parzêgeha Enbarê hebû. Hêzên iraqî jibo ku pêşiya derbasbûna terorîstên DAIŞê dest bi kulana xendeqê û pêkanîna îzgehên çavdêriyê li parêzgeha Kerbelayê kiribûn.