Meclisa Iraqê ti pêbawerîyek li amarên niftê yên Hewlêr raber dike tineye
Serokê Komsyona Nift û Gazê ya parlimana Iraqê ragihand: Meclisê ti pêbawerîyek li amarên ku Herêma Kurdistana Iraqê di warê derxistin û firotina niftê da raber dike tineye û pêwîst e ku ew amar ji hêla alîyeke sêyem va bên piştrastkirin.
Li gorî rapora malpera SHAR PRESS`ê, Ariz Evdila got: Mixabin pirsgirêkên warê nift û gazê hema wisa mane û pêwîst e ku li bara wan biryarek were dayînê. Wî got: Çend salek e ku hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê xwe niftê difiroşe û hikûmeta navendî ya Iraqê jî divê ji asta vê derfirotinê tam haydar be. Wî herwiha got: Li gorî destûra bingehîn, Herêma Kurdistanê beşeke Iraqê ye û divê sîyaseteke niftê berçav bigire û derhatên niftê jî bizvirin xizîna dewletê.
Ariz Evdila herwiha got zêde ji 153 milyard bermîl nifta zimhêr a Iraqê heye û vî welatî gellek meydanên mezin ên gazê jî hene ku bûne sedem Iraq bibe xwedîyê cîgeheke girîng û istiratêjîk di warê enerjîya cîhanê da.