Hejmara kuştî û birîndarên teqîna terorîstî ya li Bexdayê gihîşte 70 kesî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i262500-hejmara_kuştî_û_birîndarên_teqîna_terorîstî_ya_li_bexdayê_gihîşte_70_kesî
Çavkaniyên agehdar ên iraqî ragihandin ku hejmara kuştî û birîndarên teqîna terorîstî ya duşemiyê bi şev li taxa El Kerade ya Bexdayê, gihîştiye 70 kesî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 30, 2017 11:00 Asia/Tehran
  • Hejmara kuştî û birîndarên teqîna terorîstî ya li Bexdayê gihîşte 70 kesî

Çavkaniyên agehdar ên iraqî ragihandin ku hejmara kuştî û birîndarên teqîna terorîstî ya duşemiyê bi şev li taxa El Kerade ya Bexdayê, gihîştiye 70 kesî.

Li gorî rapora kanala nûçeyan a El Meyadîn a Libnanê, çavkaniyên polîsê Iraqê, nîviya şeva duşemiyê ji teqîna trombîleka bombekirî li nêzîkî navendeka kirrînê li taxa qelebalix a El Keradê li meydana El Huriyeya Bexdayê agahî dan ku hejmara kuştiyên vê êrişê gihîştiye 15 kesî û 55 kes jî birîndar bûne.

Berî niha hejmara kuştiyan 11 kes hatibû ragihandin. KOma terorîst a DAIŞ`ê, berpirsyariya teqîna terorîstî ya li taxa qelebalix a El Keradeya Bexdayê girte usiyê xwe.

Berî niha teqînek ku li Hezîrana sala 2016`an li taxa El Keradê û hevgavê cejna Rojîtiyê qewimî, teqîna terorîstî ya herî bixwîn li Bexdayê bû, jiber ku zêde ji 320 kes di encama wê teqînê de hatin kuştin yan jî birîndar bûn.

Di eynî demê de nûçegîhanê AL ALAM`ê li Iraqê ji dewama qonaxa  duyemîn a operasyona Mihemed Resûlulahê li roja şeşemîn agahî da û ragihand hêzên Heşdi Şebî yên Iraqê, ev operasyona jibo azadkirina gundên bakûrê bajarê El Beacê li parêzgeha Neynewayê didomînin.