Ebadî: Iraq li qonaxa dawiyê ya jinavbirina terorîzmê de ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i262470-ebadî_iraq_li_qonaxa_dawiyê_ya_jinavbirina_terorîzmê_de_ye
Serokwezîrê Iraqê roja duşemiyê ragihand ku iraqî li qonaxên dawiyê yên jinavbirina grûpên terorîstî de ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 30, 2017 04:25 Asia/Tehran
  • Ebadî: Iraq li qonaxa dawiyê ya jinavbirina terorîzmê de ye

Serokwezîrê Iraqê roja duşemiyê ragihand ku iraqî li qonaxên dawiyê yên jinavbirina grûpên terorîstî de ne.

  Kanala televîyonî ya El-Alamê, Heyder Ebadî serokwezîr û fermandê hêzên çekdar ên Iraqê ku jibo agehdariya ji rewşa hêzên iraqî berê xwe daye Mûsilê. Berêvara roja duşemiyê bi piştrastkirina gihêştina hêzên iraqî bo sînorên Sûriyê û got : Bi zûtirkê nûça serketina  ser terorîzmê dê were ragihandinê.  El-Ebadî her wiha Ragihand: Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ji Mûsilê nameyek şandiye bo welatên cînar û têde daxwaza fermînaskirina hakimiyeta Iraqê û mudaxilenekirina li karûbarên  navxweyî yên welatê xwe kiriye.

 Televîzyona  El-Meyadînê jî ragihand: Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li Mûsilê tev Ebûmehdî El-Muhendis cîgirê fermandehiya hêzên Heşda Şebî ya vî welatî hevdîtin pêk aniye.

Nivîsgeha serokwezîriya Iraqê roja duşemiyê bi weşandina daxûyaniyekê ragihand: Heyder Ebadî fermandê giştî yê hêzên Çekdar ên Iraqê jibo agehdariya ji pêvajoya operasyona  eskerî li Mûsilê û hevdîtina  tev hêzên çekdar ên Iraqê li vê navçeyê gihêştiye Mûsilê.

 Televîzyona dewletî ya Iraqê jî ragihand ku Heyder Ebadî tev komek ji fermandeyên  Heşa şebî hevdîtin pêk anî û pêvajoya operasyonê li rojava  parêzgeha Neynewayê hilkoland.

 li gorî raporan azadiya Mûsilê qonaxên xwe yên dawiyê derbas dike û karzan texmîn dikin dewleta Iraqê li pêşeroja nêzîk azadiya tam a Mûsilê piştî şeş mehan ji destpêbûna operasyona  eskerî li bakurê Iraqê radighîne.