11 kuştî li teqîna Bexadyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i262468-11_kuştî_li_teqîna_bexadyê
Li encama teqîna trimbêla bombekirî li paytexta Iraqê herîkêm 11 kes hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 30, 2017 04:25 Asia/Tehran
  • 11 kuştî li teqîna Bexadyê

Li encama teqîna trimbêla bombekirî li paytexta Iraqê herîkêm 11 kes hatin kuştin.

 Kanala nûçan a El-Alamê ji zarê çavkaniyên iraqî ragihand ku li encama  teqîna duşemiyê şevê trimbêleke bombekirî li navça Keradê li navenda Bexdayê paytexta Iraqê herîkêm 11 kes hatin kuştin û hejmareke zêde jî birîndar bûn ku halê hin ji wan xirab e.

 Piştî bidestxistina serketina  hêzên gelanî û artêşa Iraqê li hefteyên derbasbûyî li bereya bakurê Mûsilê navenda sereke ya  bicihbûna  terorîstên tekfîrî yên DAIŞ`ê, berpirsên  ewlehiyê yên vî welatî li bara hitmala  zêdebûna êrişên  grûpên terorîstî û tekfîrî li navçeyên curbicure Iraqê agahî dan.

 Li gorî gotina berpirsên iraqî, terorîst bi armanca xalifandina rayagiştî û alîgirên  wan ji eşkestên  vê dawiyê û her wiha pêkanîna  tirs û xofê li navçeyên  bajarî, êrişên terorîstî li navçeyên  bajarî danîne ewlewiyetê.