Azadkirina 49 taxên rojavaya Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i262424-azadkirina_49_taxên_rojavaya_mûsilê
Fermandeyê hêzên têkoşîna dijî têrorîsmê yên Iraqê ragihand ku 49 taxên pêgeha sereke ya têrorîstên DAIŞ`ê li vî welatî bi destê hêzên bin fermandetîya wî hatin azadkirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 29, 2017 12:17 Asia/Tehran
  • Azadkirina 49 taxên rojavaya Mûsilê

Fermandeyê hêzên têkoşîna dijî têrorîsmê yên Iraqê ragihand ku 49 taxên pêgeha sereke ya têrorîstên DAIŞ`ê li vî welatî bi destê hêzên bin fermandetîya wî hatin azadkirinê.

Sipehbud Evdilgenî Esedî fermandeyê hêzên têkoşîna dijî têrorîsmê yên Iraqê îro ragihand, hêzên bin fermandetîya wî heta niha 49 tax li rojavaya Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kirine.

Fermandeyê hêzên têkoşîna dijî têrorîsmê yên Iraq li hevpeyvîna ligel ajansa nûçan a Somerîyê, tevî ragihandina vê yekê ku azadkirina tam a şarê Mûsilê ketîye qonaxa dawîyê, pêkutî kir: van hêzana ji duh ve opêrasyona azadkirina taxa Sehe 1 (Tenduristî-1) li rojavaya bajêr destpê kirine ku heta niha zêde ji sedî 50`yê vê taxê hatîye azadkirinê û herîkêm 119 têrorîstên DAIŞ`ê ku gişk bîyanî bûn jî kuştin.

Ji hêla din ve, serokwezîrê Iraqê ewlehîya sînorê Iraq û Sûrîyê siparte hêzên Heşdi Şeibî.

Cewad Telîbawî yek ji fermandeyên hêzên Heşdi Şeibî got ku Heyder Ebadî serokwezîr û fermandeyê gişk hêzên çekdar ên Iraqê, erka dabînkirina ewlehîya sînorê Iraq û Sûrîyê sipartîye hêzên Heşdi Şeibî.

Li gorî nûçeyeke din, hêzên Heşdi Şeibî gundê Wadî Mîdar li rojavaya bajarê Qehtanîyê azad kirin. Gundê Taro li bakûra rojavaya Qehtanîyê jî bi destê hêzên Heşdi Şeibî hat azadkirinê.

Hêzên Heşdi Şeibî îro herwiha bi azadkirina çend deveran giheştin sînorên hevpar ên vî welatî û Sûrîyê.

Hadî Amirî sêkrêtêrê giştî yê Sazîya Bedr`ê li hevpeyîna ligel kanala Al Mayadeen`ê got ku hêzên iraqî heta dawîya îro yê bigihêjin sînorên Sûrîyê.