Bêencamkirina êrişa terorîstên DAIŞ`ê li rojhilata parêzgeha Selahedîna Iraqê
Erkantiya fermandehiya operasyona parêzgeha Selahedîna Iraqê ragihand ku êrişa endamên terorîstî yên DAIŞê ser yek ji meqerên hêzên pêşmerge li rojhilata vê parêzgehê hatiye bêencamkirin.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB Newsê, Sed Muhemed ji endamên erkantiya operasyona parêzgeha Selahedîna Iraqê diyar kir: Piştî ku endamên DAIŞ`ê bi çekên nîvgiran, hawan û mûşekê êriş kirin ser gundê Helîwe û baregeha eskerî ya leşkira 116`an a hêzên pêşmerga kurd, di navbera van hêzana û terorîstan pevçûneke giran derket
Seid Muhemed her wiha got: Hêzên Pêşmergê kurd karîn ku êrişa terorîstên DAIŞê bêencam bikin û zêde ji 10 kes ji wan bikujin, li encama vê pevçûnê pêşmergeyek jî hat kuştinê û pênc kesên din jî birîndar bûn.
Li gor nûçeyeke din , çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê, êvara yekşemiyê li bara kuştina endamê malbateke pênc kesî li encama êrişa hewayî ya balefirên nenas li beşa rast a bajarê Şerqatê li parêzgeha Selahedîna Iraqê agahî dan.
Eva li halekê ye ku balefirên hevalbendiya qaşo li dijî DAIŞê bi serkirdetiya Emerîkayê pêştir bi caran ev navçe bombebaran kirine.