Wendabûna hin alavên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i262098-wendabûna_hin_alavên_leşkerî_yên_amerîkayê_li_iraqê
Rêxistina Efûya Navneteweyî, li raporekê ragihand: Artêşa Amerîkayê nikare cihê xwedîkirina çek û alavên leşkerî yên zav ên ku bo Iraqê şandine kivş bike û ragihandiye ku ev qas çek wenda bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 25, 2017 14:57 Asia/Tehran
  • Wendabûna hin alavên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê

Rêxistina Efûya Navneteweyî, li raporekê ragihand: Artêşa Amerîkayê nikare cihê xwedîkirina çek û alavên leşkerî yên zav ên ku bo Iraqê şandine kivş bike û ragihandiye ku ev qas çek wenda bûne.

Kanala Sûmeriye News`ê roja pêncşemiyê li raporekê ragihand ev asta çek û alavên leşkerî, di van salên dawiyê de jibo Iraqê hatine şandin û Rêxistina Efûya Navneteweyî hişyarî daye ku muhtemel e pişkek ji van çekan ketine destê koma terorîst a DAIŞ`ê.

Bihaya van çek û alavên leşkerî, nêzî yek mîlyard dolarî ye. Ev agahî dema lêkolîna hesabên wezareta berevaniya Amerîkayê (Pentagon) bi dest ketine.

Koma terorîst a DAIŞ`ê li du heftiyên vê dawiyê û li operasyona azadkirina navçeya El Qîrwanê li rojavayê Mûsilê li bakûrê Iraqê, çekên pêşketî û nûjen bi kar anîne ku fermandeyên iraqî matmayî hîştine.

Mûşekên plot ên dijî zirêh, herwiha nivşa sêyem a  mûşekên TAW`ê ji wan in.

Kongireya Amerîkayê li dewra serokkomariya Barak Obama, pêşniyarqanûneka bikêşe îmze kir ku li gorî wê dewleta vî welatî dikarî bêyî xwetêkilkirina dewleta navendî ya Iraqê, çekan bişîne hin navçeyên cûrbicûr ên vî welatî.

Gellek ji kesayetî û partiyên iraqî, şandina çekan bêyî îzna dewleta navendî, wek binpêkirina hakimiyet û serweriya vî welatî dane zanîn.