Azadkirina navçeyeka din li Neynewaya Iraqê
Hêzên iraqî li dewama pêşveçûnên xwe li bakûrê Iraqê, gundê Erfîyê ser bi bajarê El Beacê li rojavayê parêzgeha Neynewayê ji bin lepên koma terorîst a DAIŞ`ê azad kirin.
Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya IRIB News`ê, hevgavê serketinên hêzên çekdar ên Iraqê li parêzgeha Neynewayê, koma terorîst a DAIŞ`ê, cinayetên xwe yên dijîmjirovî dijî welatiyên Iraqê girantir kirine.
Rayedarekî ewlehiya Iraqê ragihand: Endamên koma terorîst a DAIŞ`ê, 13 kesên sivîl bi tawana hewldana jibo revîna ji navçeyên li bin kontrola vê koma terorîst li pişka rojavayî ya Mûsilê îdam kirin.
Di eynî demê de hêzên Heşdi Şeibî karîn li dewama paqijkirina navçeya El Qîrwanê, zîndanekî DAIŞ`ê peyda bikin ku jinên Êzidî têde dihatine xwedîkirin.
Bajarê Stratijîk ê El Qîrwanê ketiye 90 kîlometriya rojavayê Mûsilê ku roja sêşemiyê ji bin lepên DAIŞ`ê hat azadkirin.
Berî niha hêzên Heşdi Şeibî ragihandibûn: Di encama operasyona azadkirina navçeya El Qîrwanê de, zêde ji 40 gund ji bin lepên DAIŞ`ê hatine azadkirin û 2 hezar kîlometrên çarkunc ji navçeyên derdora El Qeyrewanê hatine paqijkirin
Hêzên iraqî piştî bi mehan têkoşînê, bi dewama pêşveçûna li rojavayê Mûsila navenda parêzgeha Neynewaya li bakûrê vî welatî, bereberê azadkirina tam a vî bajarî ne.