Zîndaneke DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê hat keşfkirin
Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibê karîn ku di dewama azadkirin û paqijkirina navçeya El Qîrwanê, zîndanekê keşf bikin ku jinên êzdî têda dihatine ragirtin.
Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibê ku li halê pêkanîna opêrasiyonê li rojavaya parêzgeha Nêynewaya Iraqê li dijî DAIŞ`ê ne, karîn ku zîndaneke ser bi DAIŞ`ê keşf bikin.
Ev zîndan li navçeya El Qîrwanê li rojavaya bajarê Mûsilê ye ku roja buhurî ji destê DAIŞ`ê hat azadkirin.
Tîpa 40`ê ya Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibê ev zîndana ku li nav malekê li El Qîrwanê hatibû çêkirin, keşf kir û tê gotin ku DAIŞ`ê jinên êzdî têda radigirtine.
Li gorî vê raporê, zîndan cihekî biçûk bûye ku têda zîndanî dihatine cezakirin û işkence li wan dihatiye kirin; Hatiye ragihandin ku di vê zîndanê da hin qamçî jî peyda bûne.
Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibê şeva buhurî karîn navçeya El Qîrwanê li rojavaya bajarê Mûsilê di encama opêrasiyoneke şevê di heyama heşt demjimêran azad bikin.