Li rojavaya Mûsilê hin belgeyên girîng li bara DAIŞ`ê hatin dîtin
Raêd Şakir Cewdet serokê polîsê federal ê Iraqê qala dîtina belgeyên girîng têkildarî koma têrorîst a DAIŞ`ê lin rojavaya Mûsilê kir.
Li gorî rapora kanalêa têlêvîziyoniya El Alemê, Raêd Şakir Cewdet roja çarşemiyê got ku hêzên polîsê federal ê Iraqê bi serdestiya li ser dadgeha qaşo Şer`î ya DAIŞ`ê li Taxa ``17`ê Çileyê`` li rojavaya Mûsilê, karîn belgeyên girîng li ser DAIŞ`ê bi dest bêxin û silûlên ku cihê girtin û işkenceyê bûn, nas bikin.
Raêd Şakir Cewdet got: Hêzên taybet ê polîsê federal ê Iraqê li beşa başûr a taxa qedîmî ya Mûsilê jî bi çeteyên DAIŞ`ê ra şerr kirin û li vê pevçûnê şeş têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştin; Erebeyeke şêrr hevrê digel sê motorsîklêtên têrorîstan jî ji nav çûn.
Hêzên hevpar ên iraqî ji wan artêş, polîsê fgederal û Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê (Heşdê Şeibî) ji sala buhurî va opêrasiyoneke berrfireh jibo azadkirina Mûsilê dest pê kirine ku li gorî azadbûna pirraniya navçeyên bin kontrola têrorîstên DAIŞ'ê, ev opêrasiyon di rojên xwe yên dawiyê da ye û rojavaya Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê jî li bereberê azadbûna tam da ye.