Qonaxa duyem a opêrasiyona şevê ya Heşdê şeibî li nêzikî sînorê Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i262034-qonaxa_duyem_a_opêrasiyona_şevê_ya_heşdê_şeibî_li_nêzikî_sînorê_sûriyê
Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê (Heşdê şeibî) opêrasiyona azadkirina du bajarên El Beac û El Qehtaniyê ku dawîn xetên koma têrorîst a DAIŞ'ê û li ser sînorê Sûriyê ne, bi nihêniya "Ya Fatimeya Zehrayê" dest pê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 25, 2017 04:23 Asia/Tehran
  • Qonaxa duyem a opêrasiyona şevê ya Heşdê şeibî li nêzikî sînorê Sûriyê

Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê (Heşdê şeibî) opêrasiyona azadkirina du bajarên El Beac û El Qehtaniyê ku dawîn xetên koma têrorîst a DAIŞ'ê û li ser sînorê Sûriyê ne, bi nihêniya "Ya Fatimeya Zehrayê" dest pê kirin.

Li gorî salixdana IRIB News'ê, duyemîn opêrasiyona şevê ya Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê (Heşdê şeibî) ji bo azadkirina navçeyên El Beac û El Qehtaniyê êvara çarşemiyê ji sê bereyên El Qîrvan, derdora Til eferê û navçeya El Cezîrê dest pê bûye.

Berî viya li opêrasiyona destpêkê ya Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê (Heşdê şeibî) di roja duşemiyê da, van hêzan li opêrasiyona şevê karîn ku DAIŞ'ê li bajarê El Qîrwanê têk bibin û vî bajarî ku dikeve 80 kîlomitriya sînorê Sûriyê azad bikin.

Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê (Heşdê şeibî) li qonaxa duyem a opêrasiyona şevê dil hene hemî navçeyên derdora sînorê Sûriyê li rojavaya parêzgeha Nêynewayê ji bni dagirkeriya DAIŞ'ê azad bikin.

Hêzên hevpar ên iraqî ji wan artêş, polîsê federal û Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê (Heşdê şeibî) ji sala buhurî va opêrasiyoneke berrfireh jibo azadkirina Mûsilê dest pê kirine ku li gorî azadbûna pirraniya navçeyên bin kontrola têrorîstên DAIŞ'ê, ev opêrasiyon di rojên xwe yên dawiyê da ye û rojavaya Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê jî li bereberê azadbûna tam da ye.