Xwenîşandana li dijî Rejîma Alê xelîfe li ber balyozxana Behreynê li Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i262020-xwenîşandana_li_dijî_rejîma_alê_xelîfe_li_ber_balyozxana_behreynê_li_bexdayê
Bi sedan kes ji welatiyên iraqî li ber balyozxana Behreynê li Bexdayê civiyan û nerazîbûna xwe li hember êrîşa hêzên rejîma Alê Xelîfe ser gel û rêberên olî yên Behreynê nîşan dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 24, 2017 14:16 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana li dijî Rejîma Alê xelîfe li ber balyozxana Behreynê li Bexdayê

Bi sedan kes ji welatiyên iraqî li ber balyozxana Behreynê li Bexdayê civiyan û nerazîbûna xwe li hember êrîşa hêzên rejîma Alê Xelîfe ser gel û rêberên olî yên Behreynê nîşan dan.

 Li gorî rapora kanala televîzyona  Someriye News`a Iraqê, Li vê kombûnê ku roja çarşemiyê ser vexwendina Muqteda Sedr serokê Tevgera Sedra Iraqê hat lidarxistin, xwenîşanderan tevî daxawaza ji saziyên navneteweyî jibo çareserkirina  pirsgirêkên  gelê Behreynê, ji rayedarên behreynî daxwaza kirin ku bi piştgiriya  ji gelê vî welatî, pêşiya  zordariya  li dijî gel bigrin û Şêx Îsa Qasim alimê pilebilind ê Behreynê azad bikin.

 Biryar e sibê jî kombûneke  berfireh a jinan li ber balyozxana  Behreynê li Iraqê were lidarxistin. Rejîma Alê Xelîfe, yekşemiya buhurî ji Şêx Îsa Qasim re salekê hewsê birî û mal û milkên wî zevt kirin.

Piştî ragihandina  hikma dadgeha Behreynê li dijî Şêx Îsa Qasim û berfirehbûna  nerazîbûnên gelanî, Hêzên rejîma Alê Xelîfe berêvariya sêşemiyê êriş  birin ser navça  Durazê, cihê jiyana  Şêx Îsa Qasim ku li encama pevçûnên hanê, 5 kes hatin kuştin, zêde ji 100 kes jî birîndar bûn û nêzîkî 300 kes jî hatin binçav kirin.

 Eskerên  behreynî bi piştgiriya Emerîka û Erebistana Siûdî cihê jiyana şêx Îsa Qasim dorpêça eskerî kirine.