Cinayeta din a DAIŞ`ê li rojavayê Mûsilê bi komkujiya 15 kesên sivîl
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i262016-cinayeta_din_a_daiŞ_ê_li_rojavayê_mûsilê_bi_komkujiya_15_kesên_sivîl
Terorîstên DAIŞ`ê, 15 kesên sivîl ku dil hebûn ji navçeya El Serecxanê li rojavaya Mûsilê birevin, bi derba gullê kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 24, 2017 14:11 Asia/Tehran
  • Cinayeta din a DAIŞ`ê li rojavayê Mûsilê bi komkujiya 15 kesên sivîl

Terorîstên DAIŞ`ê, 15 kesên sivîl ku dil hebûn ji navçeya El Serecxanê li rojavaya Mûsilê birevin, bi derba gullê kuştin.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya malpera nûçeyan a iraqî ya El Meilûmeyê, rayedarên ewlehiyê li parêzgeha Neynewayê li bakûra Iraqê, ragihand van kesan roja sêşemiyê (duh) dil hebûn xwe bigihînin hêzên iraqî ku endamên DAIŞ`ê ewna girtin û bi derba gullê kuştin û meytên wan li ser rê û cadeyan danîn.

Di eynî demê de, erkantiya qumandetiya operasyona azadkirina Mûsilê, ji xelkê vî bajarî xwestiye ta ku ji malên xwe dernekevin û li benda hêzên ewlehiyê yên Iraqê bin ku wan ji bajêr derxînin.

Li gorî gotina hêzên ewlehiya Iraqê, tenê çar taxên El Mûsil El Qedîmiye, El Zencîlî, El Şifa û Bab El Sicarê li parêzgeha Neynewayê di bin lepên DAIŞ`ê da ne û hêzên iraqî bi giranî li van taxan şerr dikin.

Hêzên hevpar ên iraqî, ji wan artêş, polîsê federal û hêzên Heşdi Şeibî, ji sala buhurî ve operasyoneka berfireh jibo azadkirina Mûsilê dest pê kirine ku bi azadbûna pişka zêde ya taxên vî bajarî li bin lepên terorîstên DAIŞ`ê, ev operasyona rojên xwe yên dawiyê dibuhurîne û rojavaya Mûsila navenda parêzgeha Neynewayê bereberê azadiya tam da ye.