Derketina grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ji bajarê El-Qaim a Iraqê
Bingehekî eskerî li parêzgeha El-Enbara Iraqê ragihand: Terorîstên DAIŞ`ê endamên xwe ji nav bajarê El-Qaim a vî welatî derxistine.
Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, terorîstên DAIŞ`ê serkirde û endamên xwecî, ereb û biyanî yên xwe ji hemû pêgehên bajarê El-Qaimê li sînora Sûriyê derxistine û li derve ji vî bajarî musteqer kirine.
Vî bingehê iraqî destnîşan kir: Ji ber êrişên hewayî yên artêşa Iraqê dijî pêgehên terorîstan li nav bajarê El-Qaim ku bûye sebeb gelek ji terorîstan li nav vî bajarî bêne kuştin, loma terorîstan biryar girtine ji nav vî bajarî derkevin
Li êrişên vê dûmahîkê ser pêgehên terorîstan li bajarê El-Qaim gelek ji terorîstan hatine kuştin yan jî birîndar bûne.
Gor nûçeyekî din , Bingehekî iraqî ji azadbûna navça Elencar li rojavaya Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê xeber da.
Pêştir Hisam El-Ebar endamê konseya parêzgeha Nêynewayê ragihandibû ku hêzên iraqî karîne sedî 97 ji axa Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê derxînin.