Qeyrewana Iraqê tam hat azadkirinê
May 23, 2017 06:59 Asia/Tehran
Hêzên gelanî yên Iraqê (Heşdi Şeibî) îro bajarê Qeyrewanê li 90 kîlomêtrîya rojavaya Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, hêzên Heşdi Şeibî ku opêrasyona azadkirina şarê istiratêjîk ê Qeyrewanê li 90 kîlomêtrîya rojavaya Mûsilê û 50 kîlomêtrîya sînorê Sûrîyê çend rojan berî niha destpê kiribûn, karîn vî şarî ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad bikin.
Bi dû paqijkirina vî şarî ji têrorîstan, alaya Iraqê li banê avahîyên sereke yên vî bajarî hatîye bilindkirin.