Rizgarkirina çendîn navçên din li dewama operasyona Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i261844-rizgarkirina_çendîn_navçên_din_li_dewama_operasyona_mûsilê
Artêş û hêzên Heşda Şebî yên Iraqê li dewama operasyona Mûsilê, çend gund li rojava Mûsilê ji wan Eyn Xezala ewil, Eyn Xezala duwem û Başokê bi dest têkoşerên besîcî azad kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 22, 2017 13:21 Asia/Tehran
  • Rizgarkirina çendîn navçên din li dewama operasyona Mûsilê

Artêş û hêzên Heşda Şebî yên Iraqê li dewama operasyona Mûsilê, çend gund li rojava Mûsilê ji wan Eyn Xezala ewil, Eyn Xezala duwem û Başokê bi dest têkoşerên besîcî azad kirin.

 Her wiha bi serketinên vê dawiyê yên rezmendeyên Îslamê.16 fermandê xwecî yên grûpa terorîstî tekfîrî ya DAIŞê ji Mûsilê revîne Teleferê.

Hêzên Heşda Şebî gundeke ser bi Qeyrewanê li rojava  bajarê Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê rizgarkirin.

 Hevgavê paqijkirina çend navçeyên  din ên Mûsilê, navenda herî mezin a DAIŞê li Iraqê li ber azadkirinê ye.

 Ebdulemîr Yarullah fermandê  erkantiya  hevpar  a artêşa Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand ku hêzên artêşa Iraqê piştî pevûnên giran tev terorîstên DAIŞê karîn ku du taxên mêhwera bakurê rojava Mûsilê rizgar bikin .

 Her wiha piştî têkbirina fabrîkeya çêkirina trimbêlên întiharî yên DAIŞê li taxa 17 Temozê ji aliyê polîsê federal a Iraqê, operasyona  întiharî ya DAIŞê li Mûsilê jî kêm bûye.

Piştîkeşfkirina  vê fabrîkeyê, bi dehan trimbêlên întiharî ku amadeyî opersyonê bûn ji aliyê polîsê federal hatin îmhakirin.

Fermandê polîsê federal a Iraqê li bara amadetiya jibo destpêkirina  qonaxa dawiyê ya  operasyona  azadkirina  perava  rastê ya Mûsilê ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞê û gullebarana  tund û meqerên terorîstan li vê navçê agahî da.

 Heşda Şebî ragihand: Mûşekên pêşketî yên Emerîkayê û Rûsiyê ketine destê grûpa DAIŞê.

 Ebûkazim  El-Meyahî fermandê leşkira 17an a koma berxwedana  Îslamî ya Seraya El-Cîhadê îro li mêhwera operasyonê ya Qeyrewanê li rojava  parêzgeha  Nenewayê got: Grûpa terorîstî ya DAIŞê du mûşekên pêşketî û pir giran bi dest xistine û li operasyona  azadkirina  Qeyrewanê ji aliyê Heşda şebî wan li dijî hêzên Heşda şebî bi kar tîne.

 Korent curek mûşeka li dijî tankê ya kontroldar  ya giran a rûsî ye ku li sala 1940an li artêşa Rûsiyê hat xebitandin. 

Mûşeka Taw a Emerîkayê jî curek mûşeka kontroldar a li dijî tankê ye ku li deheka 1960`an li şîrketa hewavaniya Hiyozê hatiye dîzaynkirin û ji sala 1970an  di xizmeta artêşa Emerîakyê  de bûye.

Eyad Elawî serokwezîrê berê yê Iraqê û alîkarê niha yê serokkomarên vî welatî jî ku hin rexne li bara dewleta  vî welatî heye şantajên  li dijî Heşda şebî red kir. Wî got ku  kavilkirina  li dijî Heşda şebî em qebûl nakin. Saziya ku gelek fîdakarî li riya azadiya axa Iraqê cih aniye û  hêjayî rêz û hurmetê ye.