Hêzên Iraqê taxa Rebîe ya Mûsilê kontrol kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i261736-hêzên_iraqê_taxa_rebîe_ya_mûsilê_kontrol_kir
Operasyona kontrol kirina Mûsilê ku Hêzên Iraqê bi piştgiriya koalîsyona navdewletî dabû destpêkirina dewam dike. Hate ragihandin ku Artêşa Iraqê taxa Rebîe ya li rojavayê Mûsilê kontrol kirye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 21, 2017 08:06 Asia/Tehran
  • Hêzên Iraqê taxa Rebîe ya Mûsilê kontrol kir

Operasyona kontrol kirina Mûsilê ku Hêzên Iraqê bi piştgiriya koalîsyona navdewletî dabû destpêkirina dewam dike. Hate ragihandin ku Artêşa Iraqê taxa Rebîe ya li rojavayê Mûsilê kontrol kirye.

Hate diyarkirin ku hêzên dijî terorê ya Iraqê piştî ku DAIŞ ji taxa Rebîe ya li rojavayê Mûsilê derxist, derbasî taxa Necar bûne.

Fermandehiya Operasyonên Qadimûn a Neynewa di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wan başûrê taxa 17 Temûzê kontrol kirine û bi vê yekê ew tax bi temamî ji destê DAIŞê hatiye derxistin.

Di daxuyaniyekê de şaneya ragihandina şer ragihand ku navçeyên Şifa, Seha 1, Bab Sencar, Meydan Farûq heya niha dibin kontrola DAIŞê de ne û nehatine kontrolkirin.