Hêvîdariya serokkomarê Iraqê jibo azadkirina tam a Mûsilê
Serokkomarê Iraqê piştî ku hêzên taybet ên vî welatî dawiya peywira xwe ya seretayî li Mûsilê ragihandin, diyar kir: Hêvî dike Mûsil li çend rojên tê ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê rizgar bibe.
Li gorî rapora Press TV`yê, Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê roja şemiyê li civîna navçeyî ya civata cîhanî ya aboriyê li navça Behr El-Meyêtê li rojava Emarê paytexta Urdinê got : Iraqê li warê rawestana li ber terorîzmê gelek serketin bi dest xistine.
Mesûm her wiha ji sermayedanerên biyanî xwest ku bila alîkariyê bidin avedankirina bajarê Mûsilê ku ji sala 2014`an ve li encama operasyonên terorîstî yên DAIŞê hatiye kavilkirinê.
Serokkomarê Iraqê roja îniyê jî li civîneke rojnamevaniyê li Emmanê got: Bi yekitiya gelê Iraqê li şerê li hember terorîstan, armanca grûpa tekfîrî ya DAIŞ`ê jibo dagirkirina hin navçên vî welatî û her wiha jiholêrakirina welatên navçê jibo vakirina hikûmeteke dewrewîn bêencam ma.
Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li sala 2014`an bi piştgiriyên aborî û eskerî yên Emerîkayê û hevpeymanên rojavayî û ereb ên vî welatî ji wan Erebistan û Tirkiyê bi rişa ser Iraqê, hin beşên navçên bakur û rojava vî welatî dagir kiriye û gelek cinayet kirine.
Ji hîngê ve heya niha hêzên iraqî piraniya navçên dagirbûyî azad kirine.